Li Geverê jin jiyanê ji nû ve ava dikin

Her demên di şer û pevçûnan de zirara herî mezin digehîje jin û zarokan. Piştî şerên li bajarê bakurê Kurdistanê, li bajarênku qedexeya derketina kolanan rabûyejiyan bi destê jinan ji nû ve tê avakirin. Yek ji wan deveran ku bi destê jinan carek din tê avakirinjî bajaroka Gevera li ser Colemêrgê ye.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/0eb579e7-0228-47f3-a968-59e9d18cc1ca/LiGevereJinJiyaneJiNuVeAvadikin.ism/manifest

K24- Colemêrg

Her demên di şer û pevçûnan de zirara herî mezin digehîje jin û zarokan. Piştî şerên li bajarê bakurê Kurdistanê, li bajarênku qedexeya derketina kolanan rabûyejiyan bi destê jinan ji nû ve tê avakirin. Yek ji wan deveran ku bi destê jinan carek din tê avakirinjî bajaroka Gevera li ser Colemêrgê ye.

Li Geverê piştî 78 rojan qedexeya derketina kolanan ya bi qismî hat rakirin.Qedexeya ku 78 roja berdewam kir hem li ser bajarokê hem jî li ser welatiyan bandorek mezin kir. Piştîrakirina qedexeyê welatî hedî hedî vedigerin malên xwe û di wî bajarê ku hatiyê wêrankirin de jiyanê ji nû ve avadikin. Di vê avakirina jiyan û bajêr de jin rola herî mezin hildigrin ser milên xwe.

Li taxa Zagrosa bajaroka Geverê jî welatî di bin zor û zehmetiyan de dijîn.Lê belê Jinên ku bi zehmetî hindek xalîçeyên xwe, ji malên xwe yên ku hatine hilweşandin xilaskirine dişûn û ji bo bandora şer hindik be jî bidin windakirin bi dil û can dixebitin.

Yildiz Kiliçoglu - Welatî- dibêje:"Hûn halê me dibînin. Sê çar parçexalîçeyên me mane em jî wan dikinku bişûn, ji bo ku zarokên me li ser wan rûnin. Di mala me de tiştêk nehiştin e. Malên me hemû şewitandine,em perîşan kirine,em mexdûr bûne. Tû halê me dibînî?"

Malên ku nehatine hilweşandin jî hatine şewitandin. Lewrejinên ku temenê wan mezinin di nava xaniyê xwe yê ku hatiyê şewitandin de hiriya lihêfên xwe diedilîne û di heman demê de hin jin jî  ji ber ku cilşoka wan hatiyê şewitandin, avê bi semawerê daran germ dikin û bi vê avêjî cil û bergên xwe bi destan dişûn.

Feyruz Gemîcîoglu-welatî- dibêje:"Ma ez çi bi axivim, tu halê min dibînî,tu min dibînî. Jar,evdal, bêxwedan, xwediyê me xwedê ye kesî me tune ye. Kes nîne ku li ser halê me biaxive. Em rezîl bûne, cihek nîne ku em serê xwe deynin binê wê ku pariyek nan bixwin."

Ligel vê xîzanî û rebeniyê hindek jinan jî dev ji fikrîna li ser mexdûriyetiya xwe berdane û wekî ku tiştek bi ser serê wan de nehatiye bo meha Remazanê amadakariya fitara xwe dikin.

Hatîce Kiliçoglu-welatî- dibêje:"Niha hûn dibînin ji bo fitarê ez dolma dipêçim. Niha em amadekariya fitarê dikin. Derî û paceyên avahiya me şikenadine û tu tişt ji bo me nehiştine."

Herwiha di vê heyama şer û pevçûnan da 6 hezar avahî hatine wêrankirin û nêzîkî35 hezar welatî jî bê mal maye. Di bajarê ku kareba û av lê tûne ye, jin her çiqas cihekî ku lê bimînin tûne be jî, li ber wan avahiyên xwe yên ku hatinê hilweşandin nobetê digrin û ji bo avakirina jiyaneke nû her hewl didin.