Zinara Erebî û Erebkirina Rojavayê Kurdistanê
24 sal li ser pêkanîna “Zinara Erebî” ya ku Partiya Baes ya Sûriyê di sala 1974an li herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê bi armanca erebkirina deverên Kurdî cîbicî kir, derbas dibin.
K24 – Navenda Nûçeyan
24 sal li ser pêkanîna “Zinara Erebî” ya ku Partiya Baes ya Sûriyê di sala 1974an li herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê bi armanca erebkirina deverên Kurdî cîbicî kir, derbas dibin.
Di destpêka salên 60 de, dema Partiya Baes hate ser desthelata Sûriyê, dest bi karên şofînîst bi mafê millet Kurd kir. Ji birina erdên Kurdan û hewldana valakirina deverên Kurdî û erebkirina wan, ta pênedana nasnameyan û hewldana çêkirina guhertineke dîmogxrafî di devera Kurdî de, lê ji projeyên wê yên herî metirsîdar li ser kurdan zinara erebî ye, ya ku Di 24 Hezêrana sala 1974 fermana cîbicîkirina wê hate dan.
Bi dirêjahiya 350 k.m û kûrahiya 10 ta 15 k.m, li ser sînorên Bakur û Rojavayê kurdistanê, hikûmeta Baes ew erd li xwe girt û bihezarên malbatên Ereban ji devera Reqa û gundên Helebê yên binavê “Xemir” anîn û ew li bakurê devera Eyn Dîwerê ta rojavayê bajarê Serê Kaniyê li parêzgeha Hesekê li nêzîkî 40 gundên Kurdan bicih kirin. Bi vê yekê jî navên gundên Kurdî guhertin û navê Erebî li wan kirin.
Herweha hikumetê bi guhdan ew gund avakirin. ku hemû pêwistî ji wan re peyda kirin, di dema ku gundên Kurdan ji aliyê xizmetguzariyê ve jibîrkirî bûn.
bi vê yekê nêzîkî 150 hezar cotkarên Kurd ji erdê xwe bêpar man û nêzîkî 2 milyon hêktar zeviyên Kurdan dane Ereban .
Ev piroje di destpêka xwe de vedgere ji Serokê Desgeha Ewlekariya Siyasî ya li Hesekê Mulazim Mihemed Teleb Hilal, gava vekolînek li ser herêma Cezîrê çê kir û tê de yekem rûdêmên vê pirojeyê hatin dîtin.