Çekên Opozîsyona Sûriyê yên Amerîkî li bazara reş tên firotin

Li gor zanyariyê rojnameya NewYork Times wan leşkerên Urdinî sûdeke mezin ji firotina wan çekan wergirtine.

K24-Navenda Nûçeyan

Çekê Amerîkayê yên bo Opozîsyona Sûriyê şandine li bazara reş têne firotin.

Derbarê firotina wan çekan rojnameya NewYork Times li ser zarê çend berpirsên Amerîkayê û Urdinê belav kirye ku, hin kes di nav sîxûriya Urdinê de çekên ku, Amerîka û Erbistana Siûdiyê bo Opozîsyona Sûriyê şandine dizîne û niha li bazara reş têne firotin.

Di lêkolîna rojnameya NewYorik Timesê de, çekên Amerîkî di êrîşa meha Kanûna paşîn ya li ser bingehên serbazî li Uman paytexta Urdinê hatibûne bikaranîn û di wê êrîşê de du Amerîkî û sê kesên din hatibûne kuştin.

Li gor zanyariyê rojnameya NewYork Times wan leşkerên Urdinî sûdeke mezin ji firotina wan çekan wergirtine.

Fly Erbil Advertisment