Şerê li Tirkiyê hestên lihevhatinê yên di nav civakan de têk birin

Rayedarên dewleta Tirk, encamên wî şerî wek serkeftina li beramber terorî şîrove dikin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/5f569d86-1d29-49e2-95b6-77a14f241712/DesteQudreteuSefqate.ism/manifest

K24-Navenda

Di sala dawî de, şer û pevçûnên li  Bakûrê Kurdistanê, bixwe re, metirsiyên mezin peyda kir. Rayedarên dewleta Tirk, encamên wî şerî wek serkeftina  li beramber terorî şîrove dikin. Siyasetmedar û şîrovekarên Kurd, dibêjin bi şer û aloziyên dawî, hêstên lihevhatinê yên di nav civakan de jî têkçûne û tu kes di wî şerî de biserneketiye, hemû civak bi her awayî berdelên giran daye.

Gotarên "Me destê qudretê nişan da, emê vê carê desten şefqatê nîşan bidin.", "Ya ewê serî bitewînin ya jî serî bidin." û pîrozbahiyên li hêzên ewlehiyê,  bûn kurte şîroveya nihêrîna dewletaTirk li ser şer û pevçûnên ku, salekiye li BakûrêKurdistanêdidome.  Ew gotar, ji aliyê siyaseta  li Bakûr ve, bi nerazîbûn tên  dîtin û rexne li rayedarên dewleta Tirk  dikirin ku, Kurdan wek dijmin dibînin û hêj birêbazên leşgerî li çareseriyan digerin.

Cîgirê Hevserokê Partiya Heremên Demokratîk DBPê Abdilah Eflatûn, ji Kurdistan24 re, diyar kir ku, dive hin xeletî û kêmasiyên wan jî wek partî û rêxistinî hebin û ewjî li rexneyan gohdarin. Lê rayedarên hikûmetê, plansaziyê nxwe ji bo qebû lbikin didin ber welatiyan û civakê. 

Derbarê vê yekê CigerêHevserokêDBPê Abdila Eflatûn wiha got:"Destê qudretê ne ew deste, yanî tuyê mal xirab bikî, tuyê bajaran xirab bikî, ciyên dîrokî xirab bikî. Tuyê mirovan di jêrzemînan de bidî şewiandin û tuyê bibê jî deste qudretê."

Cîgirê Serokê Giştî Partiya Sosyalîsta Kurdistan PSKê Bayram Bozyel jî, balkiaşnd ku divehêzaTirkiyeyê zêde be, dive ku weke endameke NATOyê xwedî hêza leşgerîbe, lê dewleta Tirk jî bi wan têkçûyînên li kurdistanê de re xesar û têkçûyînên mezin dîtiye.

Herwiha Bayram Bozyel CîgirêSerokêGiştîyêPSKê wiha axifî:"Îro Tirkiye ji safîkirinapirsa Kurd gelek dûr ketiye. Îro ger Tirkiyebixwaze careke din, dest bi proseyeke aştiyê bike, bihêsanî nikare. Ji ber vê yeke mirov dikare bibeje ku di vî şerê sala dawî de, zemînêaştiyê,demokrasiye, lihevhatinê hêj xirabtirbû. Tirkiye ji wê merheleyê dûrket û mesele jî bêtir tevlihevbû."

Serokê Navenda Lêkolînên Dîcleyê DÎTAMê Mihamed Kaya jî ji Kurdistan24 re daxuyanî da ku, Tirkiye, bi wan gotaran nîşan dide ku, Kurdan wek welatiyên eslî yên Tirkiyê nabîne û bi welatiyên xwe re şerê mafên wan dide.

"Di dewletên hûqûqê de, têgehên wek deste qûdretê û deste şefqatê nayên bikaranîn. Didewletên ku bi Hûqûqê tên bireve birin de, li gor destûrê ger ku sûcên wan hebe ceza dikî, li gor destur û hûqûqê polîtîqayên ku mirovperwerî dikin armac destnîşan dikin. Lê ger ku hûn welatiyên xwe wek dijmin bibînin, li beraber dijmin wan têgehan bikar tînin. Dema em li dîrokê vegerin, dibînin ku di serhildana Şêx Saîd de, ya Dêrsîmê, Agiriyê de, rayedarêndewletê wan têgehan bikaraniye. Em dibinin ku ew nihêrin hêj berdewam e."

Navboriyan rexne li PKKêjî kirin ku, di nav saleka borî de, bi polîtiqayên xelet ku, destnîşankiriye li Bakûrê Kurdistanê bi hezaran mirovhatine kuştin, bi dehan bajar û navçê kavil bûne û bi milyanan Kurd jê zirar dîtine.

Fly Erbil Advertisment