Li Wanê pirsgirêka zeviyan: 3 kesan canê xwe ji dest dan

Li Bakurê Kurdistanê navçeya Çalderana Wanê ji ber pirsgirêka zeviyan di navbera du malbatên de şer derket. 3 kesan canê xwe ji dest dan û 9 kes jî birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Bakurê Kurdistanê navçeya Çalderana Wanê ji ber pirsgirêka zeviyan di navbera du malbatên de şer derket. 3 kesan canê xwe ji dest dan û 9 kes jî birîndar bûn.

Li navçeya Çalderanê gundê Gulyolu, du malbatên ku xizmên hev in, şava borî ji ber neparvekirina zeviyan şer kirin.

Di alozî de çek hatin bikaranîn û di encamê de hevsera muxtarê gund Şekîr Yildirim û xizmên muxtarê berê Selîm û Şukran Yildirim canê xwe ji dest dan û 9 kes jî birîndar bûn.

Piştî dermankirina destpêkê ya li Çalderanê, birîndar bo nexweşxaneyên Wanê hatin veguhestin. Hat ragehandin, derbarê bûyere de, dest bi lêpirsînê hat kirin.

 

Fly Erbil Advertisment