PDK û Goran hev û du bi xiror û kelereq tuhmetbar dikin
Berpirsekî Pîlotbîroya Tevgera Goranê ragihand, xirora Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) hêşt ku parlemento kar neke û bê guhdan bi bingeh û rêkeftinan wezîrê Tevgera Goranê ji hikûmeta Herêma Kurdistanê dûr xistin. Endamekî Encûmena Serkirdeyatiya PDKê jî red dike ku, PDKê rastî xirorê hatibe, herwiha li gor wî jî, PDK hest bi berpirsyatiyê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Gelek caran beşek ji aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê yên heta niha rola navbênkariyê di navbera PDK û Tevgera Goranê dibînin ku, PDK bi partiyekî xiror û Tevgera Goranê bi kelereq binav dikin.
Tevgera Goranê red dike ku ew rijd bin û xwe bi xedir binav dike, li gor wan heger PDK di çend mehên borî de bi mercên wan razî biba, niha Tevgera Goranê û PDKê bi xiror û kelerq nedihatin binavkirin.
Di heşt mehên borî de, mercên Tevgera Goranê bo PDKê vegerandina Serokê Parlemento û wezêrên wê bo hikûmeta Herêma Kurdistanê ne, ku çend caran bi daxuyaniyên fermî ew merc ji PDKê re şandibûn. Li hember wê yekê PDKê hemû civîn û guftûgoyên bi merc ligel Tevgera Goranê red kiribû.