Di teqîna Girê Spî de 7 kesan canên xwe jidest dan

Li cadeya sereke ya bajarê Girê Sipî yê Rojavayê Kurdistanê teqînek rû da, di encam de 7 kesan canên xwe jidest dan bûne û 11 kesên din jî birîndar bûn.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/7dd1326f-6430-40cd-83d6-9688c3524b3d/teqin-kobane.ism/manifest

K24 – Girê Spî

Li cadeya sereke ya bajarê Girê Sipî yê Rojavayê Kurdistanê teqînek rû da, di encam de 7 kesan canên xwe jidest dan bûne û 11 kesên din jî birîndar bûn.

Li bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê li pêş Mala Gel ya bajêr  îro demjimêr 10:30 teqînek bi rêya otombêleke bombekirî ji cureya Skoda çê bû, di encam de 7 kes şehîd bûne û 11 kesên din jî birîndar bûn, ku ji nava wan zarok bû.

Hemû birîndar bo nexweşxaneya Kobanê, Serê Kaniyê û Qamişlo hatine veguhastin. Herwiha gelek birînar jî birînên wan giran in.

DAIŞê berpirseyatiya xwe derbarê vê êrîşê de li xwe girt.