Li navçeya Licê 2 efser hatin kuştin

Operasyona navbera navçeya Licê ya Diyarbekir û Dara Hênî ya Çewlîge berdewam dike. Di pevçûnên îro de 2 efser hatin kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Operasyona navbera navçeya Licê ya Diyarbekir û Dara Hênî ya Çewlîge berdewam dike. Di pevçûnên îro de 2 efser hatin kuştin.

Ev 10 roj in operasyona navçeyên Licê, Pasûr, Hezro yên Diyarbekirê û Dara Hênî ya Çewlîgê berdewam dike. Di pevçûnên îro de li nêzîkî gundê Rîz yê navçeya Darahênî di otombêleke zirxpoş de mayîn hat teqandin.

Li gorî agahiyên destpêkê du efser hatin kuştin.

Her wiha, îro demjimêrên nîvroyê li gundê Kerwasê taxa Mehlê 2 kesên sivîl ji hêla serbazên Artêşa Tirk ve hatin kuştin.

Li herêmê hîn jî operasyon berdewam dike.

Herwiha li navçeya Licê Îro danê sibê, li gundê Mehleyê pevçûn di navbera PKKê û hêzên dewleta Tirk de derket, di encamê de 2 welatiyên bi navê Erdal Kocakaya û Mevlut Kocakaya li gundê xwe hatine kuştin.