Li bakurê12e navçeyên ewlekariyê hatin ragihandin
Hatin û çûn jî heta 17ê vê mehê hate qedexe kirin.
.jpg)
K24-Navenda Nûçeyan
Li bakurê Kurdistanê bajarê Sêrtê 12 dever wekî herêmên taybet yên ewlekariyê hatin ragihandin.
Parêzgeriya Sêrtê bi daxuyaniyeka niviskî da zanîn ku, li 12 deverên navenda bajêr û navçeyên Dihê, Tîlo û Berwariya bi armanca parastina mal û canê welatiyan wekî herêmên taybet yên ewlekariyê hatine ragihandin. Çûyîn û hatina bêdestûr a bo herêmên ewle 3yê Tirmehê heta 17ê Tirmehê qedexe ye.