Li Sûriyê îro encamên pola 12ê têne ragehand

190 hezar xwendevanên keç û kur li hezar û 755 navendên ezmûnên pola 12ê di meha borî de pêşkêş kiribûn.

K24-Navenda Nûçeyan

Wezareta Perwerdê ya Hikûmeta Sûriyê ragehand ku, ew dê îro saet 12eyê nîvro, ancamên ezmûnên pola 12ê yê xwendevanan radgehîne.

Derbarê vê yê Wezareta Perwerdê ya Hikûmeta Sûriyê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek belav kir tê de tekez kir ku, îro saet 12eyê nîvro, ancamên ezmûnên pola 12ê yê xwendevanan têne ragehandin.

Ji aliyê xwe ve jî ajansa fermî SANA ya ser bi rejîma Sûriyê ve ragehand ku, li gor Wezareta Perwerdê 190 hezar xwendevanên keç û kur li hezar û 755 navendên ezmûnên pola 12ê di meha borî de pêşkêş kirin.

Tê zanîn ku, Rêveberiya Perwerdê ya bajarê Hesekê biryar dabû ku, ezmûnên pola 12ê ji bajarê Qamişlo werin veguheztin bû bajarê Hesekê, lê piştî nerazîbûna xwendekaran û lidarxistina xwepêşandanan ew biryar hate pûçkirin.

Fly Erbil Advertisment