Girêbesta Civakî ya Federalîzma Rojava hate erêkirin

Piştî karê çend mehan Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê girêbesta civakî ya bingehîn erê kir û tê de bajarê Qamişlo weke paytexta Fedralîzma Rojava hate binav kirin.

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî karê çend mehan Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê girêbesta civakî ya bingehîn  erê kir û  tê de bajarê Qamişlo weke paytexta Fedralîzma Rojava hate binav kirin.

Endamê Komîteya Amadekirina Destûrê Luqman Ehmê ji K24ê re ragihand, sedema danîna Girêbesta Civakî ya federalîzma Rojava û Bakurê Sûriyê ew e, ku gelên li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê dijîn, di nava xwe de girêbestekê îmze bikin, da ku hemû pêkhate wek hev bi maf û erkan bijîn.

Ehmê diyar kir jî, di kongreya damêzrêner ya 16 û 17 Adarê de li Rimêlanê, 7 pêkhateyên ku li herêmê dijîn, li ser sîstema federalîzmê erê kirin, herwiha hemû pêşniyar û têbînên wan hatin wergirtin û di mawa 100 rojî de girêbesta civakî hat amadekirin û ji Desteya Rêxistî jî erê bikin.

Ehmê got ku, di 27ê Hezêranê de Desteya Rêxistinî dê careke din rûne û plana karê Kongreya Damêzrêner bike, heger girêbesta civakî ji aliyê wê kongreyê ve hate erêkirin, dê têkeve warê cibicihkirinê, herwiha piştre jî hilbijartin têne encamdan.

Derbarê dijberiya ku li dijî sîstema Federalîzma Rojava û Bakurê Sûriyê derkeve de, Ehmê amaje bi wê yekê kir ku, hemû dijminên gelê Kurd dê hewl bidin ku, ev sîstem neçe serî, ji ber ew welatên dagîrker, lê heger pêkhateyên li Rojava û bakurê Sûriyê ev sîstem ji xwe re erê kirine, ewê di ber de beravaniyê bikin.

Li ser sîstema birêvebirina sîstema federalîzmê, Ehmê aşkere kir ku, di benda sereke ya sîstemê de hatiye diyarkirin ku di hemû komîteyan de jin  mêr weke hev in û wê sîstema hevserokatiyê ji mêr û jinekê ji rêveberitiya wê re were hilbijartin.     

 

Fly Erbil Advertisment