Êlih: Mexfûr û berikên kelepûrî bi destê jinan tên vejandin
Li Heskîfa bajarê Êlihê bi hevkariya Rêveberiya Navenda Perwerdehiyê ya Gel ji bo jinên Êlihî qursa raçandina mexfûrên bi boyaxa ku ji koka daran rengê tê bidestxistin, tê dayîn. Bi vê qursê hem jin dibin xwedî kar hem jî kelepor tê vejandin.

K24 – Êlih
Li Heskîfa bajarê Êlihê bi hevkariya Rêveberiya Navenda Perwerdehiyê ya Gel ji bo jinên Êlihî qursa raçandina mexfûrên bi boyaxa ku ji koka daran rengê tê bidestxistin, tê dayîn. Bi vê qursê hem jin dibin xwedî kar hem jî kelepor tê vejandin.
Boyaxên ku ji koka dara rengîntê bidestxistin digel kulav di mencelên mezin de tên kelandin. Piştî kelandinê ev kulav tên hişkkirin û dibin cihê qursê û bi deste jinên Êlihê dibe mexfûrên Kaşmîr û berrikên çandî.Ev boyaxên ku ji nebatên cuda cuda tên bidestxistin 120 sal emrê wan heye û zû bi zû kevin nabin. Jin li vê qursê mexfûran bi neqşên curbicur çê dikin û çanda Kurdî didin jiyandin
Nazmiye Kutlu di vê derbarê ji K24ê re axivî û got: “Em li vê derê keçe çêdikin. Keçe ya pîrik û kalikên me ye. Berê vê gav sed sal, dused sal pêşî çêdkirin. Me go em ê jî çêbikin ji bo neyê ji bîr kirin. Em tiştên cur be cur çêdikin înşellah îro pêve em ê berdewam bikin û tiştê pîr û kalikê xwe emê derxin ser rû emê dîsa çêkin.”
Di vê qursê de 24 jin perwerdehiyê dibînin. Bi destê wan jinan dîmenên Heskîfa dîrokî li ser mexfûran tên neqşandin. Herwiha rayedarên navendê amaje dikin ku ew kar û kelepora kurdan tê jibîrkirin û ew jî armanc dikin ku wan tiştan carek din ber bi çav bikin.
Rêveberê Navenda Perwerdehiyê Edîp Altun got: “Armanca me ew e ku, em dîroka xwe bidin jiyandin. Pêşî di şikeftan de ev berrik dihatin çêkirin. Rûsipiyên me behs dikin. Me jî got em ê dîsa wînakî derxin. Nîgarên Heskîfê jî emê li ser van berrikan bikarbînin.”
Ev qurs nêzî salek e berdewam dike. Jinên ku tên vê derê perwerdê dibînin dibêjin ku bi saya vê qursê ew fêrî kar dibin hem jî vê keleporê bo nifşên nû radigihînin. Rayedarên qursê jî amaje bi wê yekê dikin ku dê rojên pêşiya wan de çend qursên din jî bidin destpêkirin.