40 ji sedî ji Minbicê hatiye rizgarkirin
Hêza Encûmana Leşkerî ya Minbicê û kontrolkirina Minbicê tenê çend hefte mane, li gorî ku serleşkerên encûmanê diyar dike. Herwiha wî serleşkerî ji tîma K24 ya ku bi operesyonê re dimeşin diyar kir ku, derengmana rizgarkirina Minbicê ji ber sedemên mirovahî û dorpêçkirina sivîlan di taxên bajêr de ye.

K24 – Derdora Minbicê

li bajarê Minbicê şerê Encûmena Leşkerî li dijî çekdarên rêxistina DAIŞê berdewam e, di demekê de ku hemû çavdêrên cîhanê bi bêdengî li pêşveçûna HSDê temaşe dikin. Li gor fermandarên Encûmena Leşkerî ya Minbicê, ew bi derengî pêşve diçin, ji ber çandina mayinan û bikaranîna mertalên mirovî ji aliyê çekdarên DAIŞê ve .
Hêzên beşdar di pêngava rizgarkirina Minbicê de, bi piştevaniya firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî, ji aliyê rojava ve derbasî nava bajêr dibin û ta niha bi rêjeya 40 ji sedî ji bajêr hatiye rizgarkirin. Li gor şervanên Encûmena Leşkerî ya Minbicê, wê di heyama du hefteyan de tevahiya bajêr bê rizgarkirin.
Ji destpêka meha bûrî de şerê rizgarkirina Minbicê ji aliyê Encûmena Leşkerî û HSDê ve birêve diçe, di encama şer û pevçûnan de bajar ji sê aliyan ve hatiye dorpêçkirin. Herwiha hêzên beşdar ji du beran ve êrîşî çekdarên DAIŞê dikin .