Li Bakur Kurdistanê amadekariyên cejna Remezanê
Herwiha hem welatî hem jî dikançî amaje dikin tenê daxwaza wan ew e ku, di nava aramiyê de eyda xwe bikin.
K24-Navenda Nûçeyan
Cejna Remezanê hêdî hêdi nêzîk dibe. Hemû dever di meha remezanê de amadekariyên xwe yên cejnê dikin. Li bakurê Kurdistanê jî digel nexweşî û aloziyan amadekariyên Cejnâ Remezanê her berdewam in.
Li Qosera Mêrdîna bakurê Kurdistanê ji ber nêzîkbûna cejna remezanê bazar û kolan bi cil û bergên nû û bi şekirên cejnê hatine xemlandin. Welatî jî bi wê kelecanê danûstandinên cejnê dikin û hem pêdiviyên mala xwe û hem jî yên zarokên xwe bicîhtînin.
Welatiyên ku ji ber şer û pevçûnên bajarên bakurê Kurdistanê nedilrehetin, ji aliyekê ve haziriyên xwe yên Cejna Remezanê dikin ji aliyekê ve jî daxwaz dikin ku dawî li wan şer û pevçûnan bê da ku karibin di nava aramiyê de cejna xwe pêjwazî bikin.
"Berî eydê daxwaza min ew e ku nava Tirkiyê xweş bibe. Ev şerê ku heyî ez dixwazim xelas bibe. Em dixwazin miletê me di nava aramiyê de be. Ez hizûrê dixwazim."
"Welleh eyd xweş e. Ûrf û adetên me ye, dîtina tevahiya însana ye. Diyaloga di nava insanan de baş dibe. Lê li Qoserê ev eyd hindekî nexweş derbas dibe. Ji ber ku Nisêbîn û Sûr miletê wê giş li vir in. Em eydek xemgîn derbas dikin."
Hem ji ber gerimbûna hewayê û hem jî beriya eydê bazar zêde qelebalix dibe û esnaf ji bo ku daxazên welatiya bînin cih û karê xwe bi awayekî serkeftî birêve bibin heta derengiya şevê dikanên xwe vekirî dihêlin. Bi boçûna esnafan li gorî salên borî danûstandina eydê gelek kêm bûye.
"Berê, beriya eyda bi 15-20 rojan dikanên me vekirî diman. Ji ber şer û çaxê havînê miletê me danûstandina xwe dixe çaxê êvarî. Piştî nimêja mexreb qelebalix zêde dibe. Heya derengiya şevê hindek karê me xweş dibe, piştre karê me kêm dibin. Ji ber şerê heyî êdî hêviya gel ji eydan nemaye."
Welatiyên gundên ku girêdayî Qoserê ne tên danûstandinên xwe yên eydê dikin. Ji bo zarokên xwe cil û bergan dikirin, ji bo malê şekirên eydê û pêdiviyên din distînin. Herwiha hem welatî hem jî dikançî amaje dikin tenê daxwaza wan ew e ku, di nava aramiyê de eyda xwe bikin.