Mihemed: Rêjîm dixwaze projeya federalîzmê biser nekeve

li Hesekê duh şer û pevçûn di navbera asayişa Rojava û hêza Berevaniya Niştimanî derketibû îro careke din şer li taxa Isam Bexdî destpê kir û di encam de 2 endamên asayişê û 4 yên rêjîmê canê xwe jidest dane û 12 kesên din jî birîndar bûne.

K24 – Navenda Nûçeyan

li Hesekê duh şer û pevçûn di navbera asayişa Rojava û hêza Berevaniya Niştimanî derketibû îro careke din şer li taxa Isam Bexdî destpê kir û di encam de 2 endamên asayişê û 4 yên rêjîmê canê xwe jidest dane û 12 kesên din jî birîndar bûne.

Serokê Partiya Aştî û Serkird di TEV-DEMê de Telal Mihemed derbarê şer û pevçûnên li Hesekê di navbrea asayişa Rojava û hêzên Berevaniya Niştimanî de ji K24ê re ragihand ku, piştî serkeftinên hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) li bakurê Sûriyê li dijî DAIŞê, rêjîma Sûriyê dixwaze wan bi pirsgirêkên navxweyî mijûl bike, da ku operesyona li ser Minbicê têk bibe.

Herwiha Mihemed amaje kir ku, gava projeya federalîzma Rojava û Bakurê Sûriyê tê guftûgokirin, rêjîma Sûriyê dixwaze derbeyekê li Kurdan bixe.

Mihemed got ku, divê Rêjma Sûriyê bizane ku ti cihê wê di deverên Rêveberiya Xweser de nemaye, gava operesyona rizgarkirina Minbicê bi ser keve, dibe fakterekî nû li ser erdê û her sê herêmên Kurdê digihine hev û federalîzm tê ragihandin, wê gave jî hebû rêjîmê li Rojavayê Kurdistanê nayê qebûlkirin.

Li ser birêvebirina deverên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê digel ENKSê de, Mihememd diyar kir ku, kengî ENKSê ji Îtîlafa opozîsyona sûrî vekişiya û di projeya federalîzma TEV-DEMê de bibe hevpar, dê li ser maseya guftûgoyê li ser wê yekê bikin. Lê Mihemed amaje bi wê yekê kir jî, ku biryara ENKSê ne di destê wê de ye û di bandora welatên herêmê li ser biryara ENKSê heye.

Mihemed tekezî li ser wê yekê kirk u, ti pêwendî di navbera Rêveberiya Xweser, TEV-DEM û PYD ji aliyekî û rêjîma Sûriyê de ji aliyekî din ve tune ne, ew kesên ku naxwazin projeya federalîzma Rojava û Bakurê Sûriyê biser keve, vane gotinan dikin.    

 

Fly Erbil Advertisment