Li Çiyayê Araratê şer derket: Efserekî Tirkiyê birîndar bû

Li Bakurê Kurdistanê, Çiyayê Araratê di navbera hêzên ewlekariya Tirkiyê û endamên PKKê de şer derket. Li gorî agahiyên destpêkê efserekî Artêşa Tirk birîndar bû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Bakurê Kurdistanê, Çiyayê Araratê di navbera hêzên ewlekariya Tirkiyê û endamên PKKê de şer derket. Li gorî agahiyên destpêkê efserekî Artêşa Tirk birîndar bû.

Li Çiyayê Araratê nêzîkî gundê Kaniya Kewran ya Bazîdê, di operasyona Artêşa Tirk de şer û pevçûnên dijwar rû dan. 

Li gorî agahiyên destpêkê, efserekî Artêşa Tirk birîndar bû û bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Erziromê. Ji ber dirêjbûna pevçûnan, Artêşa Tirk hêzên zêdetir şandin herêmê.

Medyaya Tirk ragihand ku, di operasyonê de 3 gerîlayên PKKê jî canê xwe ji dest dane. Derbarê bûyerê de daxuyaniya fermî nehate dayîn.

Operasyon, bi beşdabuna hêzên erdê û esmanî yên Artêşa Tirkiyê berdewam dike.

Li aliyê din, Parêzgariya Çewlîgê ragehand, qedexeya derketina derve ku di 21ê Hezîranê de li 8 gundên navçeya Dara Hênî ya Çewlîgê hatibû ragehandin, bi dawî hatiye.