Heseke: 2 endamên asayişê û sivîlekî canê xwe jidest dane

Careke din şer û pevçûn li nava bajarê Hesekê di navebera hêzên asyişa Rojava û hêzên ser bi rêjîma Sûriyê ve, derdekeve hole. Li gor hin endamên YPGê ku piştevaniya hêzên asyişê di nava bajêr de dikin, ku piraniya caran gule bi awayekî kûrane bi ser taxên bajêr tên.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/86a3f621-1ef1-4b6e-a1db-4dae8e72c864/ser-%20heseke%20%E2%80%93%20rojava.ism/manifest

K24 – Heseke

Careke din şer û pevçûn li nava bajarê Hesekê  di navebera hêzên asyişa Rojava û hêzên ser bi rêjîma Sûriyê ve, derdekeve  hole. Li gor hin endamên YPGê ku piştevaniya hêzên asyişê di nava bajêr de dikin, ku piraniya caran gule bi awayekî kûrane bi ser taxên bajêr tên.

ji ber vê yekê niha şer li hin kolanên bajêr mîna Semara û  Qamişlo û Navenda Werzeşiyê û dewara Merşo derdekevin.   

Li gor endamên YPGê, ku rêjîma Sûriyê gelek sekvan li ser avahiyên bilind danane û ev yek jî gefê li xelkên deverê dike

Di encama şer û pevçûnan de ta niha 2 endamên asayişa Rojava canê xwe jidest dane û 3 kesên din jî birîndar bûne.  Herwiha  welatiyekî  sîvîl canê xwe ji dest daye û nêzî 12 kesên din jî brîndar bûne, ku 2 zarok di nav wan de hene.

Ji ber vê yekê welatiyên deverê nerazîbûn û dilgiraniya xwe ji şer û pevçûnan tînin zemên, ji ber ku ew baceya herî mezin didin 

 

Fly Erbil Advertisment