ENKS daxuyaniyên Stafan De Mistura redike

ENKSê da zanîn ku, wan berî niha belgeyek pêşkêşî Nûnerê berê yê Neteweyên Yekbûyî El-Exder Ibrahîmî kirbûn, tê de tekez kiribûn ku, nifûsa Kurdan li Sûriyê 4 milyon kes in.

K24-Navenda Nûçeyan

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) daxuyaniyên Nûnerê Neteweyên Yekbûyî taybet bo Sûriyê Stafan De Mistura redike û bi tûndî şermezar dike.Herwiha daxwaz ji De Misatura kir ku wê şaştiya xwe serast bike.

Derbarê daxuyaniyê Nûnerê Neteweyên Yekbûyî taybet bo Sûriyê Stafan De Mistura ku, gotibû rêjeya Kurdan li Sûriyê ji sedî 5 in, Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) daxuyaniyek belav kir.

ENKSê di daxuyaniya xwe de axiftinên Nûnerê Neteweyên Yekbûyî taybet bo Sûriyê Satfan De Mistura bi tûndî şermezar dike, Herwiha daxwaz dike ku, wê şaştiya xwe derbarê rêjeya Kurdan li Sûriyê deserast bike.

ENKSê da zanîn ku, wan berî niha belgeyek pêşkêşî Nûnerê berê yê Neteweyên Yekbûyî El-Exder Ibrahîmî kirbûn, tê de tekez kiribûn ku, nifûsa Kurdan li Sûriyê 4 milyon kes in. Herwiha duyem netewe jî li wî welatî de ku, rêjeya wan zêdeyî 15e ji sedî ne.

Fly Erbil Advertisment