Li Şirnexê 5 endamên YPS canê xwe ji dest dan
Qedexeya derketina derve heta niha jî li bajarê Şirnexê berdewam e.

K24-Şirnax
Li bakurê Kurdistanê bajarê Şirnexê 5 endamên Yekineyên Parastina Sivîl YPSyê canê xwe ji dest dan.
Hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê îro berbangê li bajarê Şirnexê Taxa Bahçelîevlerê dest bi operasyonê kirin û di nav bera wan û endamên YPSyê de pevçûnek dijwar derket.
Pevçûn heta 4 seetan berdewam kir û di encamê 5 endamên PKKyê canê xwe dest dane. Hat ragihandin tarmên kesên ko canê xwe ji dest dane li Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hatine vegûhestin.
Li bajarê Şirnexê di 14ê Adarê de derketina derva hatibû qedexe kirin û hêzên leşkerî dest bi operasyonan kiribûn. Di 3yê Hezîranê de operasyon bidawî hatibûn.
Qedexeya derketina derva heta niha jî li bajarê Şirnexê berdewam e.