Welatiyên Girê Spî di metirsiyê de cejnê dikin

Welatiyên bajarê Girê Spî bi tirs amadekariyên cejna Remezanê dikin, ji ber ku erger e çekdarên DAIŞ êrîş û teqînên xwekujî bi hatina cejnê re derbasî nava bajêr bikin, ji ber vê sedemê xelkên Girê Spî dilşikestî ne û dixwazin ku, dezgehên têkildar bi erkê xwe rabin .

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/ff504f89-d71b-4df4-8c4a-f7e3760a195d/girespi-rojava.ism/manifest

K24 – Girê Spî

Welatiyên bajarê Girê Spî bi tirs amadekariyên cejna Remezanê dikin, ji ber ku erger e çekdarên DAIŞ êrîş û teqînên xwekujî bi hatina cejnê re derbasî nava bajêr bikin, ji ber vê sedemê xelkên Girê Spî dilşikestî ne û dixwazin ku, dezgehên têkildar bi erkê xwe rabin .

Endamên ewlekariyê yên dezgehên girêdayî Rêveberiya Xweser bi tevahî karînên xwe amadekariya parastina bajarê Girê Spî dikin, didin zanîn jî, ku wan gelek amadekarî li pêş êrîşên tundrewan birê xistine. Herwiha ji bo şannên nivistî jî hejmareke mezin ji ewlekarên pispor di nava bajêr û li ser rêbendan hatine belavkirin.

Bajarê Girê Spî berî salekê ji aliyê HSDê ve hat rizgarkirin, DAIŞê gelek hewldanên derbasbûna nava bajêr kirine û çend êrîşên xwekujî pêk anîn, êrîşa dawiyê berî hefteyekê pêk hat û di encamê de 11 welatiyan canê xwe jidest dan û gelek kes jî birîndar bûn.