PDK-Î şehîdbûna 2 Pêşmergeyên xwe piştrast dike

Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) derbarê şer û pevçûnên li navçeya koselan ya Merîwanê di nabera hêza Pêşmergeyên wê partiyê û Pasdaran Îranê ve, şehîdbûna 2 Pêşmergeyên xwe piştrast kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) derbarê şer û pevçûnên li navçeya Koselan ya Merîwanê di nabera hêza Pêşmergeyên wê partiyê û Pasdaran Îranê ve, şehîdbûna 2 Pêşmergeyên xwe ragihand.

Bi daxuyaniyekê PDK-Î ragihand ku, endamê Komîteya Navendî ya wê partiyê Kawa Ciwanmerd û pêşmergeyek din ê bi navê Serkewt Samedî Kadrî, di dema şerê di navbera Pêşmergeyên PDK-Î û Pasdarên Îranê ya li navçeya koselanê de şehîd bûn.

Li gor daxuyaniyê 10 roj piştî vê pevçûnê anku roja 5ê Tîrmehê, li heman navçeyê hêzên Artêşa Îranê Ciwanmerd û hevalê wî Samedî dorpêç dikin

Di daxuyaniyê de tê gotin ku, Kawa Ciwanmerd û hevalê wî, heta fîşeka xwe ya dawî li dijî leşkerên Îranî şer kirin û piştî ku cebilxaneya wan bidawî dibe, bombeyên xwe di xwe de diteqînin.  

Ji du hefteyan de, li çend bajarên RojhilatêKurdistanê şer û pevçûn di navbera Pêşmergeyên PDK-Î û Pasdarên Îranê dest pê kiriye.