Nexweşxaneya Hesekê: Perestar bi karê bijîşkan radibin
Piraniya birîndarên teqîna Hesekê ya di êvara cejna Remezanê de li taxa Salihiyê hatiye encamdan, ber bi Nexweşxaneya Niştimanî ya hikûmeta Sûriyê ve hatin veguhestin, lê ji ber nebûna derman û alavên pêwist, herwiha kêmbûna bijîşkan, çend birîndarî canên xwe ji dest da.
K24 – Heseke
Piraniya birîndarên teqîna Hesekê ya di êvara cejna Remezanê de li taxa Salihiyê hatiye encamdan, ber bi Nexweşxaneya Niştimanî ya hikûmeta Sûriyê ve hatin veguhestin, lê ji ber nebûna derman û alavên pêwist, herwiha kêmbûna bijîşkan, çend birîndarî canên xwe ji dest dan.
Li gor perestar û karmendên nexweşxaneyê, Rêveberiya Tenduristiyê ya hikûmeta Sûriyê li bajarê Hesekê ti pêwistiyan pêşkêş nake, ji ber vê yekê jî nexweş tên paşguhxistin û rastî gelek astengiyan tên.
Peresterekê derbarê rewşa li Nexweşxaneya Niştimanî ya Hesekê de ji K24ê re axivî û got: "Ji sedî 70 ta 80 ji pizîşkên nexeşxaneyê bi rojan dewam nakin, bijîşkên ku li nexweşxaneyê dimînin, xwendekar in û di qonaxa rahênanê de ne. Ew xwe li ser nexweş û birîndaran rahênan dikin. Ji sedî 80 ji karê nexwşxaneyê, em wek perester birêve dibin."
Kêmbûna Oksicîn û xwînê û hebûna hejmarek mezin ji amîrên pizşkî yên ji derveyî xizmetê li nava Nexweşxaneya Niştîmanî ya Hesekê bandoreke xerab li ser birîndarên teqîna taxa Salihiyê kir ku, 7 birîndaran di nexweşxaneyê de canê xwe ji dest dan.
