DAIŞ vîdyoya xistina helîkoptera Rûsî belav dike
Helîkoptereke leşkerî Rûsî li Tedmura Sûriyê ketibû xwarê, DAIŞê jî xistina wê helîkopterê li xwe girt.
K24 – Navenda Nûçeyan
Helîkoptereke leşkerî Rûsî li Tedmura Sûriyê ketibû xwarê, DAIŞê jî xistina wê helîkopterê li xwe girt.
Wezareta Bergîriyê ya Rûsyayê duh ragihans ku, helîkoptereke wê li rojavayê bajarê Tedmurê ketiye xwarê û du firokvanên wê di wê bûyerê de canê xwe jidest dane. DAIŞê jî perçeyeke vîdyoyî belav kir, tê de wêneya helîkopterekê tê armanc kirin.
Di perçeya vîdyoyê de diyar dibe ku, DAIŞ helîkoptereke leşkerî armanc dike û helîkopter dikeve xwarê.