“Opozîsyon û rêjîm bi heman awayê bi Kurd re dide û destîne”
Endamekî PDK-Sê radigihîne, awayê danûstandina opozîsyona Sûriyê bi Kurd re weke ya rêjîmê ye.

K24 – Navenda Nûçeyan
Endamekî PDK-Sê radigihîne, awayê danûstandina opozîsyona Sûriyê bi Kurd re weke ya rêjîmê ye.
Endamê Komîteya Navenda ya Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Nafih Ebdulah derbarê vekişandina ENKSê ji hikûmeta nû ya opozîstona Sûriyê de ji K24ê re ragihand ku, awayê danûstandina opozîsyona Sûriyê bi Kurd re weke ya rêjîmê ye. Rêjîmê 40 salî Kurd tevlî hikûmet û parlementoyê nedikirin, niha jî Îtîlafa opozîsyonê jî heman kiryaran li ser Kurd dimeşîne.
Ebdulah diyar kir ku, partiyên ENKSê civînekê birêve dibin, di encama wê civînê de dê diyar bibe ku, heger ENKSê dê berdewam be di nava Îtîlafa opozîsyonê de, yan dê jê vekişe.
Ebdulah amaje kir, ku ENKSê daxwaza du postan di hikûmeta nû ya opozîsyonê kiribû, lê Îtîlaf li benda ENKSê nema heta ku du kesan bo wan herdu postan destnîşan bike û hikûmeta xwe ya nû ragihandin.
Derbarê bijardeyên li pêş ENKSê ne ku çawa li gor vê rewşê tevbiger de, Ebdulah ragihand ku, bijardeya herî baş li pêş Kurdan, yekrêziya navmala Kurdî ye. Ebdulah amaje bi rêkeftinên di navbera ENKS û TEV-DEMê kir û got: “Heger li ser bingehên rêkeftinên ku li Başûrê Kurdistanê û bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barazî hatine îmzekirin, Kurd li hev bikin, dê encamine baş derkevin.”