Amerîka û Rûsyayê lihevkirin
Kerry bi armanca çareserkirina kirîza Sûriyê serdana Rûsyayê kirbû.
K24-Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry ragehand ku, welatê wî li gel Rûsyayê li ser çend pêngavan rêkeftine eger hatin becîbecîkirin dê pirsgirêkên girêdayî bi rejîma Sûriyê û Cebhet El-Nûsrayê bêne çareserkirin.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry di kongreyek rojnamevanî de ligel hevşanê xwe Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergy Lavrov piştî danûstandineke dirêj li Moskoyê ew daxuyanî dan.
Kerry diyar kir ku, ew wan pêngavan aşkere nakin ji ber ku, heta ew pêngav biser bikevin pêwîstiya xwe bi kareke zêde heye.Tekez kir ku, ew pêngav berpirsyaretiya her aliyekî ji aliyên kirîzê destnîşan dike.
Kerry bi armanca çareserkirina kirîza Sûriyê serdana Rûsyayê kirbû.