Bizane çawa Lewendê Kobanî dêjmêre
Zarokekî ji bajarê kobanî yê Rojavayê Kurdistanê di riya amara (Aboks) ya hejmartinê re, dikare hijmarên mezin di heyama çend çirkeyan de bêjmêre, bê ku amara hijmartinê kar bîne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Zarokekî ji bajarê kobanî yê Rojavayê Kurdistanê di riya amara (Aboks) ya hejmartinê re, dikare hijmarên mezin di heyama çend çirkeyan de bêjmêre, bê ku amara hijmartinê kar bîne.
Amara Aboks amareke nû ye ji hijmartinê re, ku li Japonyayê hat naskirin, êdî mirov dikara bi vê rîçareyê re, hijmarên mezin bêyî ku ti amîreya hijmartinê bikar bîne, bêjmêre.
Ev çend salan jî peymangeheke taybet bi navê (Êsêmes) li libnanê zarokan fêrî vê rêçareyê dike. Lewend Ebdil Xefor zaroekî ji bajarê Kobanê ye û niha penaberî Almanyayê bûye, lê berî ew penaber bibe, li Libnanê mabû û navê xwe li vê peymangehê tomar kiribû, tevî ku wî ji destpêkê ve zimanê Erebî û Ingilêzê nizanibû, lê ew bû ji kesên yekem di wê peyamgehê de.
Lawend beşdarî gelek pêşbirkên hijmartinê yên navdewletî bûye û niha bizava xwefêrkirna hijmaraên mezintir dike.
lawend 11 salî ye tenê xwişkeke xwe heye, niha li Almaniayê dijî, hêviya wî û malbata wî jî ew e ku, aliyên peywendîdar yên Kurd pê re alîkar bin, da ku karibe wek ku ew fêr bûye, xizmetekê ji Kurdan re bike.