Kudetaya leşkerî û helwestên partiyên Rojava
Piştî hewldana kudetaya leşkerî li Tirkiyê, partiyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, helwestên xwe derbarê vê hewla kudetaya leşkerê de diyar kirin. Di nêrîna TEV-DEMê de ku, ji encamên siyaseta hikûmeta AKPê de derbarê alîkariya wê ji terorê re, ev kudeta pêşbînî kiribû. ENKS jî dibîne ku, di encama vê hewldanê de, piştgirya gelê Tirkiyê ji Erdogan û hikûmeta wî re da xuyakirin.
K24 – Qamişlo
Piştî hewldana kudetaya leşkerî li Tirkiyê, partiyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, helwestên xwe derbarê vê hewla kudetaya leşkerê de diyar kirin. Di nêrîna TEV-DEMê de ku, ji encamên siyaseta hikûmeta AKPê de derbarê alîkariya wê ji terorê re, ev kudeta pêşbînî kiribû.
ENKS jî dibîne ku, di encama vê hewldanê de, piştgirya gelê Tirkiyê ji Erdogan û hikûmeta wî re da xuyakirin.
Serokê Paritya Aştiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Ji partiyên TEV-DEMê ye) Telal Mihemed di vê derbarê de ji K24ê re axivî û got: “Ev derbe ji aliyê Erdogan ve mîna lîstikekê bû, pêşbîn e ku hindek guhertinan li tirkiyê çê bike, lê me digot eger e ev derbe dirêjtir bike. Di baweriya min de di demên pêş de, wê gelek qurbanî werin dayîn û zû bi zû rewşa TIrkiyê çareser nabe, ji ber rewş girêdayî ye bi Dezgeha Leşkerî ve.”
Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ku endamê Îtîlafa opozosyona Sûriyê ye, nerîneke cuda diyar dike û tekez dike ku, hewla kudetaya leşkerî nakeve xizmeta proseya demokrasiyê. Herwiha wek perensîpeke siyasî ew nabînin ku, hewla vê derbeyê rewa ye, ji ber ku Serokê Tirkiyê û hikûmeta xwe ve, di riya hilbijartinan re bûne destladar.
Serkirde di Partiya Yekîtiya Kurdî li Sûriyê Ismayîl Hemê jî got: “Ev derbeya leşkerî bi ser neket, lê Erdogan dê gelek mifayê ji vê derbeyê werbigre, mîna guhertina destûra Tirkiyê li gorî berjewendiyên siyaseta partiya xwe. Herwiha dê gelek leşkerên artêşê ji Dezgeha Leşkerî dûr bixe û ev jê re bû derfeteke zêrîn ku, van kesên bi derbeyê rabûne dûrî meydana destladariyê bike.”
Çavdêrên siyasî dibêjin ku, ev hewla kudetaya leşkerî dê guhertinên mezin di siyaseta Tirkiyê de çê bike û eger e hindek yasa û xalên sereke di destûra Tirkiyê de werin guhertin, bi taybetî yên girêdayî serokatiya Tirkiyê û têkiliyên bi welatên cîhanê re. Herwiha nerîna hikûmeta Tirkiyê derbarê dîtina çareseriyekê ji doza Kurdî re, dê guhertineke berçav encam bide, nemaze ku HDP li dijî kudetaya leşkerî helwest nîşan da û rewatî da proseya demokrasiyê.