Amerîka penaxwaziya fermadarekî Tirkiyê redkir

fermandarê navenda Incîrlîkê Bekir Ercan Van bi tometa beşdarbûn û yek ji encamderên kodetaya têçûyî ji aliyê Tirkiyê ve berî du rojan hate girtin.

K24-Navenda Nûçeyan

Li gor rojnameya New York Times ragehandî ku, Amerîkayê penaxwaza fermandarê navenda Incîrlîkê Bekir Ercan Van yê ku, niha ji aliyê Tirkiyê ve piştî têkçûna kodetayê  hatiye girtin qebul nekir.

Li gor rojnameya  New York Times ragehandî ku, fermandarê navenda Incîrlîkê Bekir Ercan Van piştî ku, zanî derbeya leşkerî têkçû û berî were girtin, daxwaza penaxwaziyê ji Amerîkayê kir, lê daxwaza wî ji aliyê wî welatî ve hate redkirin.

fermandarê navenda Incîrlîkê Bekir Ercan Van bi tometa beşdarbûn û yek ji encamderên kodetaya têçûyî ji aliyê Tirkiyê ve berî du rojan hate girtin.

Ji aliyeke din û li gor Wezîrê Dad yê Tirkiyê ragehandî ku, di çarçoveya operasyona girtina encamderên kodetaya têkçûyî heta niha 6 hezar kes hatine girtin.

Ji aliyiyeke din ve berpirsekî ewlehiya Tirkiyê ve ji ajansa Reutesê ve ragehand ku, 8 hezar polîs jî  li seranserî Tirkiyê ji kar hatin dûrxistin.

Fly Erbil Advertisment