Rêveberiya Xweser li Kantona Efrînê lêborîneke giştî derxist

Mersûma lêborîna giştî ji 7 madeyan pêktê.

K24-Navenda Nûçeyan

Encûmena Zagonsaz li Kantona Efrînê ya ser bi Rêveberiya Xweser ve bi helkefta çaremîn salvegera Şoreşa rojava lêborîneke giştî derkir.

Derbarê derxistina wê lêorînê  Encûmena Zagonsaz li Kantona Efrînê  ser bi Rêveberiya Xweser ve kongreyekî rojnamevanî de li navenda Encûmenê mersûma jimare 2 derxist û tê de lêborîneke giştî li ser tawanên berî 14ê vê mehê derxist.

Mersûma lêborîna giştî ji 7 madeyan pêktê, herwiha lêborîn bi helkefta çaremîn salvegera şoreşa rojava tê derkirin.

Fly Erbil Advertisment