Siûdiyê Nûnerê Leşkerî ya Tirkiyê li Kuwêtê desteser dike

Li ser daxwaza Enqerê, Erebistana Siûdiyê Nûnerê Leşkerî yê Tirkiyê li Kuwêtê desteser dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li ser daxwaza Enqerê, Erebistana Siûdiyê Nûnerê Leşkerî yê Tirkiyê li Kuwêtê desteser dike.

Li gor nûçeyeke televisyona “Arabia”, ku Nûnerê Leşkerî yê Tirkiyê li Kuwêtê Mîkaîl Oglu, dema ku li firokxaneya Demam ya Siûdiyê bû û li ser daxwaza Enqerê ji aliyê desthilatên Siûdiyê ve hate desteserkirin.

Herwiha li gor çapemeniya Siûdiyê, ku Şahê Siûdiyê pêwendiyeke telefonî bi Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan re kiriye, di wê pêwendiyê de jî pîroznahiya serkeftinê li Erdogan kiriye.

Şeva 15 Tîrmehê, hewleke kudetaya leşkerî li Tirkiyê hate kirin, lê piştî çend demijimêran ew kudeta tûşî şikestinê bû, piştre jî û li gor Wezareta Navxwe yê Tirkiyê, nêzîka 9 hezar berpirs hatine girtin.

 

Fly Erbil Advertisment