Li Nisêbînê teqîn: 2 jinan canên xwe jidest dan

Li navçeya Nisêbînê ya Bakurê Kurdistanê bombeya ku li malekê hatibû danîn teqiya û 2 kesan canê xwe ji dest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li navçeya Nisêbînê ya Bakurê Kurdistanê bombeya ku li malekê hatibû danîn teqiya û 2 kesan canê xwe ji dest dan.

Li navçeya Nisêbînê ya ser bi Mêrdînê, li Taxa Yenişehîrê ku bi mehan e di navbera hêzên leşkerî yên Tirkiyê û endamên YPSê de şer û pevçûn rû dabûn û qedexeya derketina derva heta niha jî berdewam e, jinek û keça xwe dema vedigerîn malên xwe. Lêbelê dema deriyê malê vekirin, bombeya ku dema şer û pevçûnan de hatibû danîn teqiya.

Hat ragihand ku, her du jinan canê xwe ji dest dan. Cenazeya her du jinan heta niha jî li cihê bûyerê ne û bi hinceta bergiriyên ewlekariyê nayin wergirtin.

Li navçeya Nisêbîn ji 14ê Adarê ve qedexeye derketina derva berdewam e.

 

 

Fly Erbil Advertisment