Bayik: Metirsiyek mezin li ser Ocalan heye
Bayik da zanîn ku hêzên navnetewî yên Ocalan radestî Tirkiyê kirine berpirsin di ber rewşa tendirûstiya Ocalan de.

K24-Navenda Nûçeyan
Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê diyar kir ku metirsiyek mezin li ser Rêberê wan Abdullah Ocalan heye.
Hevserokê KCKê Cemîl Bayik destnîşan kir ku divê her kes li ser metirsiya li ser Ocalan bikeve tevgerê û wiha got, wezîrê dadê diyar kir ku rewşa tendirûstiya Ocalan başe. Ev daxuyanî têra wê yekê nake em bizanin rewşa Ocalan çawa ye.
Bayîk diyar kir ku nabe kes baweriya xwe bi vê daxuyaniya wezîrê dadê bîne û ragihand, metirsiyek mezin li ser Ocalan heye û ji bo pêşî girtina vê metirsiyê divê her kes bikeve tevgerê.
Cemîl Bayik ragihand ku hêzên navnetewî yên Ocalan radestî Tirkiyê kirine berpirsin di ber rewşa tendirûstiya Ocalan de.