Serokatiya herêmê derbarê kuştina ciwanekî de lêkolînê dike

Li Kerkûkê ciwanek di bin îşkenceyê de canê xwe jidest dabû, Serokatiya Herêma Kurdistanê jî bo lêkolîna çawaniya kuştina wî ciwanî bi komîteyekê radispêre.

K24 – Hewlêr

Li Kerkûkê ciwanek di bin îşkenceyê de canê xwe jidest dabû, Serokatiya Herêma Kurdistanê jî bo lêkolîna çawaniya kuştina wî ciwanî bi komîteyekê radispêre.

Berdevkê Serokayetiya Herêma Kurdistanê Omîd Sebah di daxuyaniyekê de ku li ser tûra pêwendiyên civakî belav kir, ragihand ku, li ser fermana Serokê Herêma Kurdistanê Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê raspardiye ku, komîteyekê derbarê çawaniya kuştina ciwanekî Kerkûkî de lêkolîn bike.

Duh 23 Tîrmehê, termê ciwanekî bi navê Barzan Mihemed Rehîm li ber nexweşxaneya Azadî li Kerkûkê hate dîtin, ku li gewdê wî cihên îşkenceyan diyar bûn, herwiha jêderên bijîşkî amaje bi wê yekê dikin ku, ew ciwan di bin îşkenceyê de canê xwe jidest daye.

 

 

Fly Erbil Advertisment