Nivîskarê Kurd Pîr Kerîm Reş li Moskoyê koça dawî kir

Piştî demeke dirêj ji nexweşiyê, nivîskarê bi navûdeng yê Kurd Pîr Kerîm Reş li Rûsyayê bi temenê heştî daliyê koça dawî kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî demeke dirêj ji nexweşiyê, nivîskarê bi navûdeng yê Kurd Pîr Kerîm Reş li Rûsyayê bi temenê heştî daliyê koça dawî kir.

Nivîşkar û dîroknivîsê Kurd Pîr Kerîm Reş yek ji girîngtirîn nivîskarên Kurd tê li Rûsyayê tê hejmartin, ku yek ji sekreterên Yekîtiya Nivîskarên Rûsî bû û xwedî çendîn pirtûk û nivîsandinên li ser kurd û dîroka Rûsyayê bû.

Herwiha Pîr Kerîm Reş daxwaza wî hebû serdana Herêma Kurdistanê bike, lê ji ber ku ew di akadîmiya îstixbarata Rûsyayê de jî mamoste bû, rê pê nedihat dayîn serdana derveyî Rûsyayê bike.

Pîr Kerîm Reş di 2 Çileya 1936an li gundekî Kurdî bi navê Ako li Ermenistanê jidayîk bûbû, di sala 1963an de kolêja rojnamegeriyê li zanîngeha Lînîngradê temam kiribû.

Pîr Kerîm Reş 15 salan li Sîbîryayê jiya bû, di sala 1977an de jî, hatibû Moskoyê, dest bikarê nivîsandin û mamostetiya di Akademiya Leşkerî û Ewlehiyê kiribû.

Nivîskarê Kurd Pîr Kerîm Reş îro 24 Tîrmehî li Mosko koça xwe ya dawî kir û biryar e li Moskoyê jî were veşartin.

 

Fly Erbil Advertisment