Pirsgirêka kehrebê li Qamişlo
Ji ber qutbûna kehrebê li Cizîra rojavayê kurdistanê,welatî hewldanan dikin miwelîdeyan ji malên xwe re bikirin. Xelkên deverê dibêjin ku, ji heyama mehekê ve miwelîdeyên pêwist li bazaran nayên dîtin û ew metirsîdarin li ser rewşa zarok û nexweşan ji ber pileyên germahiyê dighêje asteke bilind di danê nîvro de. Ji aliyê xwe ve bazirgan jî dibêjin ku, rê li pêş derbasbûna miwelîdeyan ji hemû aliyan ve hatiye girtin.
K24 – Qamişlo

miwelîdeyên taxan li Rojavayê Kurdistanê bûne jêdera sereke ji kehrebê re, piştî bêhêvîbûna xelkê ji kehrebeya niştimanî re .
Di dema dawî de komînên girêdayî Rêveberiya Xweser ji xwedanên miwelîdeyan xwestin nirxê empêran daxin nêzî dolarekî, lê ji ber ev biryar ne di berjewendiyên xwedanên miwelîdeyan debû, hijmarek miwelîde hatin rawestandin.
Welatiyên Rojava ji Rêveberiya Xweser gazinan dikin û dipirsin gelo ta kengî xelkên deverê dê bê kehrebe bimînin.