Heseke: Endamekî hêza Berevaniya Niştimanî hat kuştin
Li Hesekê di encama şerekî di navbera Asayişa Rojava û hêza Berevaniya Niştimanî de, endamekî Berevaniya Niştimanî hat kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Li Hesekê di encama şerekî di navbera Asayişa Rojava û hêza Berevaniya Niştimanî de, endamekî Berevaniya Niştimanî hat kuştin.
Peymnêrê K24ê li Hesekê ragihand ku, li di nava bazarê Hesekê şer û pevçûn di navbera endamên Asayişa Rojava û hêza Berevaniya Niştimanî ya ser bi rêjîma Sûriyê ve derket, di encamê de endamekî hêza Berevaniya Niştimanî hate kuştin û kesekî din yê sivîl jî birîndar bû.
Peyamnêrê K24ê diyar kir ku, gava endamên Berevaniya Niştimanî di xaleke asayişa Rojava derbas dibûn, hêza asayişê daxwaza nasnameyên wan kirin, lê ev yek bû cihê nerazîbûna wan û ji ber wê sedemê şer û pevçûn derket.
Di dema destpêkirina şer di navbera herdu aliyan de, xelkê bajarê Hesekê ew bazar vala kirin.