Li Diyarbekirê lêpirsîna hewla derbeya leşkerî didome
Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê ragihand ku heta niha dadger, dozger, leşker, polîs û akademîsyen jî di nav de 384 kes hatine desteserkirin. Heta niha 108 kes hatine girtin û lêpirsîna derbarê desteserkiriyên din de didome.

K24 – Diyarbekir
Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê ragihand ku heta niha dadger, dozger, leşker, polîs û akademîsyen jî di nav de 384 kes hatine desteserkirin. Heta niha 108 kes hatine girtin û lêpirsîna derbarê desteserkiriyên din de didome.
Li gorî ragihandina Serdozgeriya Diyarbekirê agahiyên derbarê lêpirsînê de wiha ne: Derbarê 72 dadger û dozgeran de lêpirsîn hatiye vekirin, 41ê wan hatin girtin, 12 ji wan bi şertê kontrola dadî serbest hatin berdan, derbarê 19 kesan de biryara desteserkirina hate dayîn.
Ji 244 leşkeran jî 27 leşker hatin girtin, 31ê wan jî bi şertê kontrola dadî serbest hatin berdan, 144 leşker jî bêşert û merc serbest hatin berdan, 39 leşker jî hê desteserkirîne. Derbarê 5 leşkeran de jî biryara desteserkirinê hate dayîn.
Li gorî Serdozgeriyê derbarê 86 endamên ewlekariyê de jî lêpirsîn didome. Ji 86 polîsan, 39 polîs hatine girtin, 18 bi şertê kontrola dadî serbest hatin berdan, derbarê 19 kesan de biryara desteserkirina hate dayîn, 3 kes hê desteserkirîne. Derbarê 7 kesan de jî biryara desteserkirine hate dayîn.
Rektora Zanîngeha Dîcleyê hate girtin û derbarê 55 akademîsyen û xebatkarên zanîngehê de, biryara desteserkirinê hate dayîn.
Li ser 2 Qeymeqam jî lêpirsîn didome.
Lêpirsîn ji aliyê 5 Wekîlên Serdozger û 10 Dozgerên Komarê ve tê birêvebirin.