Bêhtir ji milyon û 500 hezar kes ji Mûsilê koçber bûne
Ji destpêka ketina DAIŞê ji Mûsilê re di 10 Hezêrana 2014an de, bêhtir ji yek milyon û 500 hezar kes ji mûsilê û derdora wê ve koçber bûne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Ji destpêka ketina DAIŞê ji Mûsilê re di 10 Hezêrana 2014an de, bêhtir ji yek milyon û 500 hezar kes ji mûsilê û derdora wê ve koçber bûne.
Endamê Encûmena Parêzgeha Neynewayê Husamedîn el- Ebar ragihand ku, zêdetirî ji yek milyon û 500 hezar kes ji mûsilê û derdora wê ve koçber bûne, ku ji sedî 75 ji wan koçberan li parêzgeha Dihokê, ji sedî 25 li Hewlêra paytexa Herêma Kurdistanê û ji sedî 10 jî li parêzgehên din yên Iraqê bicih bûne.
El-Ebar amaje bi şaxê taybet bi pêşwazîkirina penaberan kir û got ku, parêzgeha Neynewayê li herdu parêzgehan Dihok û Hewlêrê nivîsgeh bo pêşwazîkirina koçberan û şopandina rewa wan vekirine.
Tevî wê yekê, heta niha nişteciyên deverên ku di bin kontrola DAIŞê de ne, rojane bi awayên cuda direvin û xwe digihînin navçeyên di bin kontrola hêza Pêşmergeyên Kurdistanê.