Heyva Sora Kurdî bang li welatiyên Qamişlo kir
Teqîn bi rêya barhilgirekî bombekirî û xwekujekî bûn.
.jpg)
K24-Qami]lo
Heyva Sora Kurdî bang li hemû welatiyan kir ku ber bi nexweşxaneyan ve biçin daku xweîna xwe bidin û alîkariya kesên birîndar bikin.
Îro, danê sibehê du teqînan bajarê Qamişlo yê Rojavayê kurdistanê hejand, teqîna yekê bi rêya barhligirekî bombekirî bû û ya duyem jî bi rêya xwekujekî li taxa Xerbî rûdan di encam de 40 şehîdbûn û 177 birîndar katin.
Derbarê teqînê Heyva Sora Kurdî di daxuyaniyekê de bang li welatiyan kir ku ber bi nexweşxaneyan ve biçin û xwîna xwe bidin daku jiyana birîndaran rizgarbikin.
Ji aliyê xwe ve Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ew teqîn bi tûndî şermezar kir û hevxemiya xwe ji malbatên şehîdan re nîşan de.
Tê zanîn ku rêxistina DAIŞê berpirsyaretiya xwe ji teqînan re ragehand.