HDP û li 8 bajaran mîtîngan lidar dixe
HDP bi armanca şermezarkirina derbeyan û daxwaza demokrasiyê li 8 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, mîtîngan lidar dixe.

K24 – Navenda Nûçeyan
HDP bi armanca şermezarkirina derbeyan û daxwaza demokrasiyê li 8 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, mîtîngan lidar dixe.
HDP û DBPê, bi armanca dijî derketina derbe û rewşa awarte û xwedîderketina li Rêberê PKKê Abdulah Ocalan û demokrasiyê, li 4 bajarên Bakurê Kurdistanê û 4 bajarên Tirkiyê mîtîngn lidar dixe.
Hat ragehandin, Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş dê beşdarî Mîtînga Diyarbekirê ya roja Yekşemê bibe.
Li gorî bernameyê, roja 28'ê Tîrmehê li Dêrsim, 29'ê li Îzmîr û Enqere, 30'ê Tîrmehê li Mêrsîn, 31'ê li Stenbol û Diyarbekir, 1'ê Tebaxê jî li Adana û Wanê dê mîtîng bên lidarxistin.