Birahîm dema kertê şahiya xwe belavdikir şehîd bû

Çarşema borî du teqînan bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê hejand, di encam de 51 kes şehîdbûn û 177 kesên din jî birîndarbûn.

K24-Qamilo

Yek ji şehîdên teqîna Qamişlo biryarbû ku îro şahiya xwe ligel dost û hevalê xwe bike lê minxabin xewna şahiya wî bicih nebû û ew di wê teqînê de şehîd bû.

Di roja teqînê de Brahîm kertê şahiya xwe belav dikirin li cihê teqînê li cem firoşkarekî yê ku kelûpelên navmalê û amadekariyên şahiyê bû lê teqînê rûda û hinek kertê Brahîm nehatin belav kirin.
Ne tenê Birahîmê zava lê Ebdulhekîm mişel, biraziyê wî Raman ku temenê wî 16 salbûn û Eyaz şagirtê bekeloriyayê bû ,sê kes ji malbata Brahîmin di bin heman konî de xelkên Qamişlo serxweşiyê wan dikin.
Evîn destgirtiya Brahîm û keça xalê wî nikarîbû biaxive û ji ber ku di rewşeke derûnî zor de derbas dibe,nikarîbû li bin kon pêşwaziya mêvanan jî bike.

Çarşema borî du teqînan bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê hejand, di encam de 51 kes şehîdbûn û 177 kesên din jî birîndarbûn.Li tevahiya bajêr jî şîn hatiye girêdan.