Dema destpêkirina werza nû ya K24ê hat diyarkirin

Dezgeha Ragihandin û Lêkolînê ya Kurdistan24 “K24”, bi hejmarek proje û bernameyên nû roja Sêşemê 2 Tebaxê dest bi werza nû dike. Di vê werzê de “K24” bi bernameyên nû û karîn û naverokên cuda dest pê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Dezgeha Ragihandin û Lêkolînê ya Kurdistan24 “K24”, bi hejmarek proje û bernameyên nû roja Sêşemê 2 Tebaxê dest bi werza nû dike. Di vê werzê de “K24” bi bernameyên nû û karîn û naverokên cuda dest pê dike.

Di warê naverokên bernameyan de teknîk, grafîk, bultenên nûçeyan bi armanca cibicîkirina zêdetir daxwazên bîner û guhdaran, planeke nû ji kar birêve dibe.

Her di vê werzê de K24 çend bernameyên siyasî, kultorî û hemareng pêşkêş dike. Bo yekem car jî hejmarek bêjer û pêşkêşvan yên navdar û xwedî karîn yên Kurdistanê, li ser ekrana K24ê derdikevin.

K24 di wezra xwe ya nû de, hewl dide zêdetir ligel bûyer û guhartinên navxweyî, herêm û navdewletî birêve here. Romal û pêdeçûna rojnamegerî bo pirsên cuda li seranserî Kurdistan û welatên cîhanê bi awayekî berfereh dike.

Herwiha K24, tûra peyamnêran li bajar û bajarokên Kurdistan, welatên herêmê, Ewropa û Amerêkayê ferehtir dike. Bo wê mebestê jî çend rojnamevanên navdar yên Kurdistan û cîhanê wek peyamnêr û şîrovejar bi K24ê re kar dikin.

Dezgeha Ragihandin û Lêkolînê Kurdistan 24, ji televizyon, Malper, Radyo pêk hatiye û bi hevkarî û piştevaniya kenala “France24” hatiye damezrandin. Roja 31 Mijdara 2015an dest bi weşana bernameyan kiriye û di dema heşt mehên borî de, hewl daye ku kenaleke Kurdistanî be û bi pîşeyane û bi standarda cîhanî kar bike.

Nivîsgeha sereke K24ê li Hewlêrê Paytexta Herêma Kurdistanê ye, li bajarên din yên Herêma Kurdistanê, Bakur û Rojavayê Kurdistanê, Iraq, Tirkiye, Ewropa, Amerka û Rûsyayê nivîsgehên xwe hene. Heta niha jî çendîn car e K24 bûye çavkaniya sereke yên nûçe û zanyariyan ji medyaya cîhanê re.

Ji bilî television û Radyoya K24ê, malpera Kurdistan24ê bi zimanên (Kurdî “Soranî û Kurmancî” Îngilîzî, Tirkî û Erebî) nûçeyan belav dike.

 

Fly Erbil Advertisment