PYD ofîsa xwe li Waşintonê vedike

Dîbo diyar kir ku Amerîka bo Rojava welatekî giring e.

K24-Navenda Nûçeyan

Şêwermendê Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) Sîhanok Dîbo ragehand ku di demeke nêzîk de ewê ofîsa xwe li Amerîkayê vekirin.

Derbarê vekirina ofîsê Şêwermendê Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) Sîhanok Dîbo bo ajansa Sputnikê ragehad ku di dema sê mehê bê de ew bi fermî ofêsa xwe li Waşintonê paytexta Amerîkayê vedikin.

Dîbo da zanîn ku armanc ji vekirina ofîsê bihêzkirina pêwendiyên di navbera wan û Amerîkayê de, herwiha agehdarkirina rayedar û perpirsên wî welatî ji roewşa Rojavayê Kurdistanê re.

Dîbo diyar kir ku Amerîka bo Rojava welatekî giring e, herwiha da zanîn ku ew dixwazin pêwendiyên xwe bi hemû welatê cîhanê re bihêz bikin.

Tê zanîn ku berî niha jî PYD li çend welatan ofîsa xwe vekirbû.

Fly Erbil Advertisment