PDK-S: Kiryarên PYDê wek yên serdema Osmaniyan e

Li Efrînê, Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S) di daxuyaniyekê de kiryarên PYDê ya derbarê girtina keç û xortan bo erkê xweparastinê şermezar kir û ragihand ku, kiryarên PYDê bi “Serdema Osmaniyan” binav kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Efrînê, Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S) di daxuyaniyekê de kiryarên PYDê ya derbarê girtina keç û xortan bo erkê xweparastinê şermezar kir û kiryarên PYDê bi “Serdema Osmaniyan” binav kir.

Li gor daxuyaniya PDK-Sê, ji du rojav ve li Efrînê hêzên asayiş û Rêveberiya Xweser dest bi girtina xortan kirine, bi taybet jî li gundê Mûskê ya li navçeya Raco. Di dema ku xwastin bi darê zorê xortekî bi navê Ebdo Mihemed bibin, lê wî xortî hewl da ku xwe bi kevirekî bikuje û xwe nede destê asayişê, ew xort birîndar bû û bo nexweşxaneya Efrînê hate veguhastin.

Di daxuyaniya PDK-Sê de hat jî, duh li gundê Avrazê ya ser bi navçeya Mabeta, asayişê keçek girtin û hîn navê keçên din jî li cem wan hene ku dixwazin wan bigirin.

PDKS-ê amaje bi girtina xortan li gundên (Kosa, Qestelê Xidiriya, Birc Ebdalo, Basûtê) kir, ku bi mebesta leşkeriya neçar, ew bi darê zorê birine eniyên şer.

PDK-Sê di daxuyaniyekê de ragihand, girtina PYDê ji xort û keçên Kurdan li gund û bajarokên Efrînê re bi serdema Osmaniyan binav kir ku, ew kar tenê di serdema Osmaniyan de dihate kirin.

PDK-Sê ragihand, ku PYD kiryarên metirsîdar li dijî gelê Kurd dike û bang li Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî kir, ku fişarê li PYDê bike, da ku Pêşmergeyên Rojava derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin, da ku nasnameya Kurdî bê parastin.

 

 

Fly Erbil Advertisment