Opozîsyona Sûriyê 23ê çekdarên Hizbûlah girtin
Piştî kontirolkirina rejîma Sûriyê ji rêya Kastêlo re û dorpêçkirina 300 hezar kesên sivîl opozîsyonê dest bi şereke berfireh kir daku wê dorpêçkirinê veke.
.jpg)
K24-Navenda Nûçeyan
Tora Sûrî ragehand ku grûpên opozîsyona Sûriyê di çarçoveya pêşveçûnên xwe li taxa El-Hemdaniyê li bajarê Helebê 23ê çekdarên Hizbûlaha Libnanî bidîl girtin.
Derbarê girtina wan çekdarên Hizbûlah Tora Sûrî di daxuyaniyekê de ragehand ku grûpên opozîsyona Sûriyê di çarçoveya pêşveçûnên xwe li taxa El-Hemdaniyê li bajarê Helebê 23ê çekdarên Hizbûlaha Libnanî bidîl girtin.
Tora Sûrî da zanîn ku li navçeya El-Ramûse jî komek leşkerên rejîma Sûriyê hatin êxsîrkirin û yên din di şerê wan û çekdarên opozîsyonê de hatin kuştin.
Piştî kontirolkirina rejîma Sûriyê ji rêya Kastêlo re û dorpêçkirina 300 hezar kesên sivîl opozîsyonê dest bi şereke berfireh kir daku wê dorpêçkirinê veke.