Welatiyên Qamişlo bi mûman cihê teqînê ronîkirin
Malbatên şehîdan jî amade bûbûn.

K24-Qamişlo
Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê komek welatî û malbatên şehîdan bo tekezî li cihê teqînê kom bûn û mûm vêxistin, da zanîn ku ew dê li ser jiyana xwe û mayîna xwe li bajêr berewam bin.
Peyamnêrê K24 li bajarê Qamişlo ragehand ku, weke rêzgirtinekê ji giyanên şehîdan re komek ji malbatên şehîdan û welatiyên bajêr, herwiha çalakvanên rêxistinên civaka sivîl li cihê teqînê kom bûn û mûm vêxistin.
Peyamnêrê K24ê da zanîn ku wan welatiyan tekez kirin ku ew welatê xwe û bajarê Qamişlo bicînahêlin û berdewam bin li jiyana xwe, herwiha malbatên şehîdan daxwaza lêkolîneke cidî derbarê teqînê kirin daku kesên tometbar werin sizakirin.
Di 27ê meha borî de du teqînan bajarê Qamişlo hejand di encam de 62 kes şehîdbûn û 176 kesên din jî birîndarbûn.