li Qamişlo piştî teqînan çûna welatiyan li xwaringehan kêm bûye
Nebûna ewlehiyê û rewşa aborî ya xirab sedemên sereke ne.
K24-Qamişlo
Piştî teqînên xwekujî ku li bajarê Qamişlo rûdanyîn, tevgera xelkên deverê li ser xwaringehan hatiye rawestandin.
Taxa wista ku piraniya nişteciyên wê ji pêkhateya kiristyan in, ji destpêka 2016an ve 6 teqîn ku hin xwaringehên taxê wek miyamî û Gebriyêl kiribûne armanc çêbûbûn, wê yeke tevgera welatiyan li ser xwaringehên taxê sist û lawaz kir, herwiha bû sedema girtina hin xwaringehan û xwediyên wê koçberbûn.
Li navenda bajêr,dûrî cihê teqîn û rêbendan,ew bandora mezin ku li xwaringehan hatiye kirin,li tevgera otêl û hin çayxaneyan nekiriye, bajarê ji ber ji berku Qamişlo weke navendeke sereke tê zanîn û rojane bazirgan û rêwiyên derdora wê û yên deverên dûr jî wek Kobanê,Girê spî û Dêrikê serdana wê dikin.
Bajarê Qamişlo ku dihate naskirin bibajarê evînê û ranaze, herwiha li xwaringehan şevbuhêrk heta derengiya şevê lê habûn,di dema îro de lawaz bûye, sedem jî nebûna ewlehiyê ye û metirsiya dûbarekirina teqînên xwekujî ye.
Ji ber girtina hijmarek ji xwaringehan, xelkên deverê neçar dibin carcaran şevbuhêrkên xwe li hin xwaringehên ji derveyî bajêr bi qedînin.