Xiristiyanî daxwaza guhartina sirûd û ala Kurdistanê dikin

Serokê Qewareya Şilama bo karûbarên Xiristiyan dibêje, bi parêzgehbûna desta Neynewe dawî li beşek ji pirsgirêkên Xiristiyan tê û daxwaz kir, di pêşerojê de di sirûda Ey Reqîb û Ala Kurdistanê de guhartin çê bibe û muhrekî Xiristiyaniyan tê de hebe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Qewareya Şilama bo karûbarên Xiristiyan Ano Cewher ji K24ê re ragihand, daxwaza parêzgehbûna deşta Neynew, daxwazeke dîrokî ye û girîng e bo Xiristiyan, da ku karibin bi aramî li navçeyên xwe bijîn.

Derbarê Herêma Kurdistanê de jî Cewher amaje kir, ku Xiristiyan hejmareke mezin ji qurbaniyan dane û xwîn rijandine, ku ev welat yê wan jî.

Herwiha Cewhe got: “Pêwîst e sirûda Ey Reqîb bê guhartin, ji ber ku Xiristiyanî ne neviyên Koy Xesro ne. Birayên me yên Kurd neviyên Koy Xesro ne. herwiha divê di al û logoyên Kurdistanê de taybetmendiyên Xiristiyan (Kildan, Siryan, Aşûrî) hebin.”

Fly Erbil Advertisment