YPG nasnameya şervanekî Misrî aşkere kir

Berî niha jî şervanekî Brîtanî jî di şerê li dijî DAIŞê ligel YPGê canê xwe ji dets dabû.

K24-Navenda Nûçeyan

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) nasnameya şervanekî xwe di şerê li bajarokê Minbicê de canê xwe ji dest ku bi regez Erebê Misrê bû aşkere kir.

Derbarê vê yekê serkirdayetiya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) daxuyaniek belav kir tê de hatûb gotin: "Şervan Badîn El-Lemam(Firaz Kardo) ku li bajarê Qahire jidayik bûye di 3ê Tebaxê li bajarokê Minbicê de şehîd bû.'

Herwiha YPGê di daxuyaniya xwe de nasnameya du şervanên din ji bajarê Dêrikê û Efrînê di heman eniya şer de aşkere kir.

Ew şervanê Misrî yekem Misrî ye di nav refên YPG de canê xwe ji dest dide, berî niha jî şervanekî Brîtanî jî di şerê li dijî DAIŞê ligel YPGê canê xwe ji dets dabû.

 

Fly Erbil Advertisment