Li Hesekê Berevaniya Niştimanî 10 welatiyên Kurd digre

Ew hêz ser bi rejîma Sûriyê ve ye

K24-Navenda Nûçeyan

Hêza Berevaniya Niştimanî ya ser bi rejîma Sûriyê li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê 10 welatiyên Kurd li wî bajarî girtin.

Li gor peyamnêrê K24ê duh, li bajarê Hesekê Endamên Berevaniya Niştimanî li wî bajarî 10 welatiyên Kurd li nêzîkî wistgeha Tirênê girtin û ber bi ciheke ne diyar ve birin.

Ev yekemîn care Endamên Berevaniya Niştimanî ya ser bi rejîma sûriyê ve ciwanên Kurd li bajarê Hesekê digre û wan tevlî Artêşa xwe dike.

Fly Erbil Advertisment